Êrişa li ser baregeha Heşdî Şabî: Herî kêm 7 mirî
Li navçeya Hanbaniye ya wîlayeta Enbarê ya Iraqê, baregeha Heşdî Şabî bi balafirên şer hate bombekirin. Li gorî Wezareta Parastinê herî kêm 7 kes mirin.
Li navçeya Hanbaniye ya wîlayeta Enbarê ya Iraqê, baregeha Heşdî Şabî bi balafirên şer hate bombekirin. Li gorî Wezareta Parastinê herî kêm 7 kes mirin.
Li navçeya Henbaniye ya ser bi parêzgeha Enbar ya Iraqê, balafirên şer îro bombe li baregeha Heşdî Şabî barandin.
Wezareta Parastinê ya Iraqê derbarê êrişê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê di encama êrişê de 7 çekdarên Heşdî Şabî hatine kuştin û 13 jî birîndar bûne.
Wezaretê êrişê weke binpêkirina serweriya welat binav kir û got; "Li gorî qanûnê bersiva destdirêjiyan, mafê Wezareta Parastinê ye."